Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence Seredana Hêzên Amerîka li Îraqê Dike


Çavkaniyeka ewlehîyê gote acansa peyam France Press, Cêgirê serokê Amrîka Mike Pence seredana Îraqê dike da digel hezên Amerîka li bingehê laşkeîyê rojava îraqê kombibe.

Di seredaneka ne ragehandi de Mike Pence di yekem seredana xwe bo Îraqê gehişte bingehê leşkerîyê Eyn al-Esad ya Rojava Îraqê.

Ev seredane piştî yek sal dêt ji seredana serokê Amrîka Donald Trump bo bingehê leşkerîyê here mezin a Amerîka li Îraqê ko kefte be rixneka mezin.

Ecinda karê cêgirê serokê Amerîka nehatîye aşkira kirin û balyozxana Amerîka li Îraqê ragehand, hûrkarîyên seredana Pence ne liberdestin, lê acansa Reuters liser zarê karbidestekî Îraqê got, biryare digel serok wezirên Îraqê Adil Ebdulmehdi kom bibe.

Amerîka 5200 serbaz li çend bingehên leşkerî li Îraqê hene.

Karbidestên Îraqê û yên Amerîka dibêjin astî têkelîyên herdû welatan li nizimtrin ast dane.

XS
SM
MD
LG