Serokê Amerîkayê Donald Trump pîrozbahî li serokwezîrê destnîşankirî yê Îraqê Elî Zeydî kir û got ku ev yek destpêka “qonaxeke nû ya mezin e” di têkilîyên Amerîka û Iraqê de nîşan dide.
Trump îro Pêncşemê li ser platforma Truth Social got, “Pîrozbahîyê li Elî Zeydî dikim ji bo namzedkirina wî wekî serokwezîrê dahatû yê Îraqê! Em serkeftinê jê re dixwazin li vê dema ku ew ji bo avakirina hikûmeteke nû ya bê teror kar dike, hikûmetek ku karibe siberojeke geştir ji bo Îraqê peyda bike.”
Serok Trump herwiha got, “Em li benda têkilîyeke nû ya bihêz, zindî û pir berhemdar di navbera Îraq û Amerîkayê de ne."
Wî diyar kir ku “Ev destpêka qonaxek nû ya mezin di navbera gelên me de nîşan dide: geşbûn, aramî û serkeftînek ku berê qet nehatîye dîtin. Dîsa pîroz be, Elî.”
Ofîsa Zeydî di daxuyanîyekê de ragihand ku Trump pîrozbahî li Zeydî kir ji ber erkdarkirina wî bo avakirina kabîneya nû û jê xwest ku piştî temambûna avakirina hikûmetê serdana Amerîkayê bike.
Hevpeymanîya Şîe, ku bi navê Çarçoveya Hemagengîyê tê naskirin, roja Duşemê Elî Zeydî wekî namzedê posta serokwezîr ragihand û balyozxaneya Amerîka li Bexdayê jî pîrozbahî lê kir.