Serokwezîrê erkdar yê Îraqê Elî Zeydî îro Çarşemê ragihand ku peywendîyeke telefonî di navbera wî û Wezîrê Cengê yê Amerîka Pete Hegseth de çêbûye.
Zeydî li ser platforma X'ê ragihand ku herdu alîyan tekezî li ser girîngîya ji nû ve çalakirina rahênanên leşkerî û baştirkirina şiyanên hêzên çekdar yên Îraqî û xurtkirina asta wan kir."
Zeydî ragihand ku têkilîyên di navbera herdu welatan de di warên cûda de, bi taybetî yên peywendî di hevkarîya ewlehîyê, li gor (Peymana Çarçoveya Stratejîk) a di navbera Îraq û Amerîkayê de, mijarên sereke yên danûstandinan bû.
Washingtonê piştgirîya xwe ji bo Zeydî nîşan daye. Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî piştgirîya xwe bo destnîşankirina Zeydî bo posta serokwezîrîyê nîşan da û tekezî li ser bihêzkirina têkilîyên nêzîk ligel Bexdayê kir.
Wezareta Cengê ya Amerîkayê heta amadekirina vê nûçeyê ti daxuyanî derbarê peywendîya di navbera Hegseth û Zeydî nedaye.