Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tom Barrack: Peyama Piştgiriya Serok Trump Digihînim Serokwezîr Îraqê

Nûner Tom Barrack
Nûner Tom Barrack

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîye û Îraqê Tom Barrack îro Duşemê gihîşt paytexta Iraqê, Bexdayê, û ragihand ku ew ê bi Serokwezîrê Iraqê Elî El-Zeydî re bicive da ku peyama piştgiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump bigihîne hikûmeta wî.

Barrack li ser hesaba xwe ya fermî li platforma Xê dîyar kir ku di vê hevdîtinê de, ew ê behsa hevkarî û rêyeke nû ji bo têkiliyeke bibandor a Amerîka-Iraqê, hevkariya xwe danûstandin bikin.

Tê çaverêkirin Balyoz Barrack roja Sêşemê seredana Hewlêrê bike û hevditinan ligel berpirsyarên herême saz bike, derbarê vê serdanê de, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di daxuyanîyeka rojnamevanî de diyar kir ku ev yekem serdana Tom Barrack e, bo Herêmê piştî Serok Trumpî kirîye nûnerê xwe li Îraqê û Sûrîyê û got ku ew danûstandinan li ser mijarên ku têkildarî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî bikin.

Çavdêrên Iraqî bawer dikin ku serdana Barrack bi ragehandina rêkeftina di navbera Washington û Tehranê de ji bo rawestandina şer re hevdem e - dibe ku nîşana wê çendê be Washingtonê dixwaze bo çareserkirina hin pirsgirkan zextên li Bexdayê dike. Di nav van de yên herî girîng bêçekkirina komên çekdar û sînordanana bandora Îranê li ser Îraqê.

Disan Serdana Barrack dibe ku ji bo behsa seredana Serokwezîr Elî El-Zeydî bo Washigtonê be, ku tê çaverêkirin ku li meha 7 serdana Amerîka bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG