Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, îro Pêncşemê got "Li Iraqê gavên baş têne avêtin," û destnîşan kir ku rêveberiya Amerîkayê pêşketinan ji nêz ve dişopîne.
Rubio gote Rojnamevana li Bahrênê, "Piştgiriya ku Tehran dide komên çekdar, mînakek berbiçav a destwerdana Îranê di karûbarên Îraqê de bi rêya wekîlên xwe dike."
Wî got jî, "Lêbelê, me di demên dawî de sînyalên erênî û avaker ji hikûmeta Îraqê ya niha bihîstin, derbarê hewldana ji bo kontrolkirina çekan ku tenê di destê dewletê de bin."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê her wiha ragihand ku Serokwezîr Elî Falih El-Zeydî dê di demek nêzîk de serdana Washingtonê bike, û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive da ku têkiliyên dualî û rêzek mijarên girîng ên hevbeş gotûbêj bikin.
Ji alîyê xwe ve Serokwezîrê Îraqê tekez kir ku têkiliya di navbera Îraq û Amerîkayê de dê ji hevkariyeke leşkerî ber bi hevkariyeke aborî ve biguhere.
Di daxuyanîyeke rojnamevanî ya di ajansa nûçeyan ya Îraqî hat weşandin de, El-Zeydî got, "Piraniya komên çekdar dest bi radestkirina çekên xwe bo dewletê kirine."
Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî, Heysem El-Hîtî gote Dengê Amerîka, peyamên serok wezîrê Îraqê destpêkeke baş e, lê ev peyam wê negihîje asta pêngaveke praktîk û rasteqîne ji ber ew nikare ji wan sînorên hêzên siyasî danîne derbas bike, bi taybet Çarçoveya Hevahengiyê (Îtar El-Tensîqî) ji ku wan Zeydî danîye û destnîşan kiriye.
El-Hîtî di wê baweryê da ye ku ew hêzên siyasî El-Zeydî bikar tînin da ku van peyamên erênî bişînin Amerîkayê ji ber ku Îraq gelek hewcedarî piştgiriya Amerîkayê ye, ji ber vê yekê divê bersiva Amerîkayê zelal û hûr be.