Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Netanyahu Xwestîye ku Şerê Îranê Berfirehtir Neke

U.S. President Trump delivers remarks at Custer Farms in Chippewa Falls
U.S. President Trump delivers remarks at Custer Farms in Chippewa Falls

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê got ku wî di pêwendîya telefonî de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyar kiriye ku eger rê bide alozîya dawî bibe şer, ew ê "bi tena serê xwe li dijî Îranê bimîne".

Trump ji Kanala 12 ya Îsraîlî re gotiye ku wî ji Netanyahu xwestîye ku li hember êrîşên Îranê yên ku êvara Yekşemê pêk hatin, bersivê nede, û wî bi ciddî hewl daye ku asta bersiva Îsraîlê ya li hember Tehranê sînordar bike.

Trump herwiha dîyar kiriye ku pênc welatên herêmê, ku di navbeynkarîya di navbera Amerîka û Îranê de jî beşdar in, ji wî xwestine ku zextê li Netanyahu bike da ku êrîşan rawestîne û bi rêkeftineke aştîyê pêş ve biçe.

Derbarê danûstandinên berdewam de - ku du meh in berdewam dikin - Serokê Amerîkayê got, "Ez bawer dikim ku Îran berjewendî heye û bi îmzekirina peymanekê têkeldar e."

Tê zanîn Serokê Amerîkayê di daxuyanîyekê de got ku hem Îsraîl û hem jî Îran dixwazin bi lez agirbestekê pêk bînin, di dema ku danûstandinên dawî yên li ser “aştîyê” berdewam in.

This item is part of
XS
SM
MD
LG