Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bi Serokwezîrê Îsraîlê re Kom Dibe


Serok Barack Obama roja Duşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re kom dibe.

Li gor pêşbînîyan, bernama navokî ya Îranê pirsa serekî ya civîna navbera herdu rêberan dibe.

Îsraîl dixwaze bersîngê Îranê bigire li bidest xistina çekên navokî û Tel Avîv radigihîne ku divê bi hemû rêyan bersîngê bizavên navokî yên Tehranê bihêne girtin, di nav de êrîşeka leşkerî.

Di gotarekê de roja Yekşemê, Serok Obama got ku hemû bijaran berçav digirin jibo serederîkirin ligel pirsa navokî ya Îranê, di nav de bijara leşkerî. Lê belê Serok Obama got ku ew dixwaze pirsgirêka navokî bi rêyên diplomtîk bê çareserkirin.

XS
SM
MD
LG