Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Înê ragihand ku gereke nû ya danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de li Washingtonê bidawî bû.
Berdevkê Wezareta Derve Tommy Pigott li ser platforma X'ê got: "Di rojên 14 û 15'ê Gulanê de, Amerîka mêvandarîya du rojên gotûbêjên berhemdar di navbera Îsraîl û Libnanê de kir."
"Dê agirbesta 16'ê Nîsanê 45 rojan were dirêjkirin da ku rê bide bêtir pêşketin. Wezareta Derve dê rêkên siyasî yên danûstandinan li 2 û 3'ê Hezîranê jinûve destpê bikin."
Agirbesta 16'ê Nîsanê piştî gera yekê ya danûstandinên rasterast di navbera herdu alîyan de bi serpereştîya Washington hate ragihandin. Tevî agirbestê jî, şer û pevçûn di navbera artêşa Libnanê û koma terorîst a Hizbullahê de li başûrê Libnanê berdewam dikin.
Berdevkê Wezareta Derve Pigott da zanîn: "Herwiha, di 29'ê Gulanê de li Pentagonê rêyeke ewlekarîyê bi şandên leşkerî yên herdu welatan re dê were destpêkirin. Em hêvî dikin ku ev nîqaş aştîya mayînde di navbera herdu welatan de, naskirina tevahî ya serwerî û yekparçeya axa hevdu, û avakirina ewlekarîyeke rastîn li ser sînorê wan ê hevbeş pêş bixe."