Peyvdarekî Amerîkî ji Dengê Amerîkayê re got ku Amerîka dê roja Pêncşemê li Wezareta Derve gera duyemîn a danûstandinên di asta balyozan de di navbera Îsraîl û Libnanê de li dar bixe.
Peyvdarê Wezareta Derve got, "Amerîkayê pêşwazîya tevlêbûna berhemdar a ku di 14ê Nîsanê de dest pê kir, dike. Em ê bi berdewamî danûstandinên rasterast û bi niyaza baş di navbera herdu hikûmetan de hêsan bikin."
Ev daxuyanî piştî gera yekem a danûstandinan tê ku ji hêla Wezîrê Derve Marco Rubio ve di 14ê Nîsanê de hate lidarxistin, dema ku Balyozê Îsraîlê Yechiel "Michael" Leiter û Balyoza Libnanê Nada Hamadeh Mu’ewed li Wezareta Derve civiyan. Ew yekem danûstandina dîplomatîk a rasterast di navbera herdu welatan de bû ji sala 1993an ve.
Wan danûstandinan rê li ber agirbesteke 10 rojî ya bi navbeynkarîya Amerîka di navbera Îsraîl û grûpa terorîst Hizbullahê de vekir, ku di 16ê Nîsanê de derbasê warê cîbicîkirinê bû, û pevçûneke ku di 2yê Adarê de derketibû holê, rawestand.
Roja Duşemê, Îsraîlê ji niştecihên başûrê Libnanê re got ku ji axa ku dirêjahîya sînor dirêj dibe dûr bisekinin û nêzîkî Çemê Lîtanî nebin, û di nav agirbestê de kontrola xwe ya leşkerî li herêmê xurt kir.
Artêşa Îsraîlê nexşeyek weşand ku navên zêdetirî 50 gundan vedihewîne û divê niştecih venegerin wan, û got ku hêzên wê li başûr "li hember çalakîyên terorîstî yên berdewam" ên grûpa Hizbullah a ku ji hêla Îranê ve tê piştgirîkirin, cihên xwe diparêzin.