Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku Îsraîl û Libnanê gavên destpêkê avêtine da ku danûstandinên dualî li ser mijarên sivîl pêşve bibin.
Di daxuyaniyekê de ji bo Dengê Amerîka, berdevkê Wezareta Derve got ku di gera dawî ya danûstandinan de li Romayê di meha Tebaxê de, nûnerên Îsraîl û Libnanê cara yekem mijarên girîng ên sivîl ên rasterast ên ku bi hev re têkildar dibin, nîqaş kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Libnanê Michel Îsa û Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê Mike Huckabee li hev kir ku hejmarek girtiyan berdin li hember alîkarîya Libnanê ji Îsraîlê re di pêvajoya vegerandina cenazeyên Cihûyên Libnanî yên winda de.
Wezareta Derve spasiya hikûmetên Îsraîl û Libnanê ji bo vê gavê kir û hêvî kir ku ev yek rê li ber berfirehkirina danûstandinan li ser mijarên din ên sivîl veke.
Washington her wiha got ku ew ê berdewam bike ku danûstandinên rojane yên Îsraîl û Libnanê hêsan bike û li benda gera din a danûstandinan li Romayê ye.
Daxuyanîyê tekez kir ku Amerîka pabendî bi bicîhanîna tevahî ya çarçoveya sêalî ye.