Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Welatîyên Xwe yên li Stenbolê Ser Êrîşên Pêkan Careke Din Hişyar Dike


Balyozxaneya Amerîka ya li Tirkîyê îro Duşemê bi daxuyanîyekê ser êrîşên pêkan yên li Stenbolê careke din hişyarî da Amerîkîyan.

Bi vê hişyarîyê, balyozxane di nav hefteyekê de du car in Amerîkîyan ser êrîşên pêkan hişyar dike.

Di daxuyanîyê de tê gotin dibe ku dijî dêr, cîhên olî û nûnertîyên dîplomatîk yên li Stenbolê êrîş çêbin.

Ev hişyarîyên Amerîka li vê demê rast tên ku li hin welatên Ewrupî, Quran tê şewitandin.

Li gor hişyarîyên balyozxaneya Amerîka, terorîst li Stenbolê bi taybetî dikarin li dora Galata, Taksîm, Beyoglu êrîşên tolhildanê li dar ku li wan deveran Rojavayî zêde ne.

Îna borî jimareke balyozxaneyên li Enqerê, ku di nav wan de yên Amerîka, Fransa, Îtalya û Almanya hebûn, ser êrîşên pêkan hişyarî dabûn.

Tirkîyê jî wek beesîvdanê, roja Şemîyê welatîyên xwe yên li Ewrupa û Amerîka ser êrîşên pêkan yên dijî biyanofobîk, îslamofobîk û nijadperest hişyar kiribûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG