Wezareta Dadê ya Amerîkayê îro Sêşemê ragihand ku ewê heta 10 milyon dolaran bide her kesê ku agahîyan li ser rêberekî payebilind ê koma Ketayib Hizbullah ya Îraqê bide Amerîkayê.
Wezaretê di postekê de li ser platforma X’ê bang li xelkê kir ku agahîyan derbarê reberê vê komê ser bi Îranê ve bişînin.
Ligel posta Wezareta Dadê, wêneyê rêberekî Ketayib Hizbullah bi navê Ehmed el Hamidawî hatîye belavkirin.
Wezareta Dadê got ku, “Ehmad al Hamidawi rêberê koma Ketayib Hizbullahê ye. Ev kom wekî rêxistineke terorîst a ser bi Îranê ve tê zanîn û berpirs e hember êrîşên ser sazîyên dîplomatîk ên Amerîkayê, revandina welatîyên Amerîkî, û kuştina sivîlên Îraqê.”
Amerîka Ketayib Hizbullahê wekî rêxistineke terorîst dibîne. Ji destpêka operasyona Amerîkayê ya li dijî rejîma Îranê li 28'ê Sibatê ve, Ketayib Hizbullah gelek caran êrîş birine ser berjewendîyên Amerîka li Bexda û Herêma Kurdistanê. Amerîkayê jî bingehên wê koma çekdar kirine armanc.