Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Budceya Berevanîya Amerîka jibo Hêzên Kurdan


Serokê Amerîka Joe Biden projeya qanûna berevanîya niştimanî bo sala 2022ê îmze kir û êdî bû qanûn. Beşekî wê budceyê bo hêzên Kurdan li Îraq û Sûrîyê wekî piştevanîya Amerîka bo hevalbendên xwe di şerê dijî terorê de ye.

Fethulla Huseynî
Fethulla Huseynî

Tevî piştgirîya diravî û leşkerî, çavdêr bawer dikin ku Kurdan li Sûrîyê pêdivî bi piştevanîya siyasî jî heye, ku niha ne li asta çaverêkirî ye.

Piştî derbasbûna salekê di ser desthilatdarîya Demokratan û Serok Biden re, çi zelalî derbarê siyaset û stratejîya Amerîkayê li Sûrîyê nehatîye eşkere kirin. Her çende, ev ne siyaseteke nû ya Demokratan e, lê belê her ji dema serokê berê yê Amerîka Barack Obama ve destpê kiriye û heta niha jî berdewam e. Gelo çima piştgirîya diravî û leşkerî tê berhev kirin, bêyî ku Amerîka siyaseta xwe eşkere bike derbarê dawîhatina şerê 10 salî li Sûrîyê?

Bernameya Tîrêj zêdetir li ser vê mijarê rawestî ligel herdu mêvanan: Rojnamevanê Dengê Amerîka Sîrwan Qiço û endamê nûnertîya Rêveberîya Xweser li Herêma Kurdistana Îraqê Fethulla Huseynî.

Tîrêj # 136
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:05 0:00


XS
SM
MD
LG