Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Firotina Sîstema Dijî Dronan bo Kuweytê Ragihand

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ligel hevtayê xwe yê Kuweytî Şêx Cerah Cabir al Ehmed Al Sebah li Washington.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ligel hevtayê xwe yê Kuweytî Şêx Cerah Cabir al Ehmed Al Sebah li Washington.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyanîyekê de ragihand ku Washingtonê egera firotina sîstemên dijî dronan bi buhayê 1.98 milyar dolaran bo Kuweytê pesend kir.

Wezaretê di daxuyanîyekê de roja Înê herwiha diyar kir ku Kuweytê daxwaza kirîna van keresteyan kiriye. Wê got ku ev rêkftin dê şiyanên Kuweytê yên berevanîyê û gefên niha û yên siberojê ji bo rêgirtina li dronan xurtir bike.

Daxwaza Kuweytê ya kirîna sîstemên dijî dronan di demekê de hat ku Îran êrîşên berfireh li ser welatên Erebî yên herêmê, di nav de Kuweyt jî, pêk tîne.

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje ku ev rêkeftin piştgirîya siyaseta derve ya Amerîkayê û armancên ewlekarîya niştimanî dike. Ev yek jî bi rêya xurtkirina ewlekarîya yek ji hevalbendên serekî yên Amerîka ye ku di NATO'yê de ne endam e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG