Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku hewldanên Washingtonê torên darayî yên Îranê qels kirine û şiyana wê ya piştgiriya Hizbullahê kêm kiriye, di heman demê de Amerîka piştgirîya bêçekkirina Hizbullahê û ji nû ve avakirina başûrê Libnanê dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott ji (This is Beirut) re got, ku operasyona dorpêça aborî çavkaniyên darayî yên rejîma Îranê wêran kiriye û rêyên ku ew dikare piştgiriya darayî ji Hizbullahê re peyda bike sînordar kiriye.
Pigott tekez kir ku bêçekkirina Hizbullahê ji bo ji nû ve avakirina başûrê Libnanê pêwîstîyek sereke ye. Wî herwiha bang li Hizbullahê kir ku rê bide hikûmeta Libnanê roleke sereke di ji nû ve avakirina welêt de bilîze.
Wî got “Rê ji aştî û aramiyê, bi rêya Çarçoveya hevkarîya Sê alî heye”, ya ku di dawîya meha Hezîranê de Îsraîl, Libnan û Amerîka îmze kirine.
Ev gotînên berdevkê Wezareta Derve di demekê de tên ku Wezareta Xezîneyê di mehên dawî de hewldanên xwe ji bo lêdana torên darayî yên Hizbullahê zêde kiriye.
Di meha Gulanê de, Wezareta Xezîneyê ceza li ser 9 kesan li Libnanê bi tohmeta piştgiriya Hizbullahê danî.
Di meha Hezîranê de, ceza li ser hejmarek berpirs û karsazên Libnanî yên bi Hizbullahê ve girêdayî danî.
Di meha Tebaxê de, ceza li ser torekê danî, ku bi veguhastina pereyan ji Îranê bo Hizbullahê tê tawanbarkirin.
Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ev gav beşek ji stratejîya Washingtonê ye ji bo lawaz kirina şiyanên darayî û siyasî yên Hizbullahê û piştgirîkirina welêt.