Fermandarê artêşa Libnanê Rudolf Heykel îro Şemîyê civînek ligel Generalê Amerîkî Joseph Clearfield pêk anî, artêşa Libnanê ragihand.
Heykel û Clearfield li Beyrûtê rewşa ewlekarî li Libnanê û pêşhatên herêmî gotûbêj kirin, li gor daxuyanîyeke artêşa Libnanê.
General Clearfield serkêşîya komîteyekê dike ji bo çavdêrîya agirbesta di navbera Îsraîl û koma Hizbullahê de.
Artêşa Libnanê got ku beşdarên civînê tekezî li ser girîngîya rola artêşa Libnanî û pêdivîya piştgirîya wê di qonaxa heyî de kir.
Agirbestek 16'ê Nîsanê bi navbeynkarîya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hate ragihandin. Ev yek hate holê piştî ku nûnerên Îsraîl û Libnanê li Washingtonê bi awayekî rasterast bi serpereştîya Washington kom bûn.