Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Pêncşemê ragihand ku endamên Yekîneya Vedîtinê ya 11emîn a Hêzên Deryayî yên Amerîkî (Marines), li Kendava Omanê, ji bo vekolînan rabûn ser pişta keştîya M/T Wen Yao.
CENTCOM’ê di daxuyanîyekê li ser platforma X’ê got, “Heta îro, hêzên Amerîkî berê 3 keştîyên bazirganî yên ku hewl didan dorpêçê derbas bikin, guherandîye.”
Wê anî ziman ku wan ji nav wan hersê keştîyên bazirganî “keştîyeke ku pabend nebû têk bir, û rabûn ser pişta keştîyeke din da ku bi tevahî pabendbûna bi dorpêça deryayî ya Amerîkî ya li dijî Îranê piştrast bikin.”
Hêzên Amerîkî got ku“Tengava Hormuzê û avên derdorê azad û vekirî dimînin, ji bilî keştiyên ku hewl didin dorpêça dîwarê pola ya Amerîkayê binpê bikin.”
Ev daxuyanîya CENTCOM’ê tê piştî du demjimêran ji tragihandina destpêkirina pêleke din êrîşan li dijî Îranê.
“Îro demjimêr 2yê piştî nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê, hêzên Amerîkî ji bo şeva şeşemîn li pey hev, dest bi pêleke nû ya êrîşan li dijî Îranê kir da ku şîyanên leşkerî yên Îranê bêtir têk bibin,” CENTCOM’ê got.