Piştî ragihandina agirbesteke du hefteyî di navbera Amerîka û Îranê de, roja Çarşemê bazarên cîhanî zêde bûn û buhayê petrolê daket jêr 100 dolarî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê got ku Îran li ser planeke 15 xalî razî bûye ku vekirina Tengava Hormuzê jî di nav de ye. Wî herwiha di hevpeyvînekê roja Çarşemê de ligel ABC News pêşnîyar kir Amerîka û Îran dikarin ji bo keştîyên ku dixwazin ji Tengava Hormuzê derbas bikin, pere bistînin.
Borsa jî roja Çarşemê bi bilindbûnekê vebû. Dow Jones bi rêjeya 0,85% yan 394 xalan zêde bû. Peymanên siberojê yên S&P jî bi rêjeya 2% û yên Nasdaq bi rêjeya 3,6% zêde bûn.
Piştî nûçeyên agirbestê û egera vekirina Tengava Hormuzê, bazarên Asya û Ewrupayê jî bilind bûn.
Buhayên peymanên siberojê yên petrola xav a Brent roja Çarşemê heta demjimêr 8’ê sibê bêtirî 16% daketin û gihîştin 91 dolaran ji bo bermîlekê.
Ji dema ku şerê Amerîka û Îranê di 28’ê Sibatê de dest pê kir û êrîşên Îranê li ser keştîyên ku hewl didan ji Tengava Hormuzê derbas bibin, buhayên petrolê bilez zêde bûn.
Dora 20% ji dabînkirina petrola cîhanê di vê tengavê re derbas dibe. 84% ji petrola xav û 83% ji gaza xwezayî ya şilkirî ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin û ber bi bazarên Asyayê ve têne şandin.