Ligel berdewamîya êrîşên Îsraîlê li Libnanê, roja Pêncşemê nirxên petrolê zêde bûn û bazarên cîhanî daketin, di demekê de kêm keştîyên bazirganî ji Tengava Hormuzê derbas bûn.
Tevî ku agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de di roja xwe ya duyem de bi piranî tê parastin, weberhêner ji ber alozîyên li Libnanê nîgeran in. Bazirgan ji nêz ve çavdêrîya rewşê dikin û ji ber qutbûna dabînkirina enerjîyê bi fikar in.
Di danûstandinên sibehê de, peymanên siberojê yên petrola xav a Brent bi rêjeya 4% zêde bûn û gihîştin 98,54 dolaran. Herwiha, petrola xav a West Texas Intermediate 5,3% zêde bû û gihîşt 99,41 dolaran.
Ev zêdebûn piştî wê yekê tê ku duh Çarşemê buhayê petrola Amerîkî daketina xwe ya herî mezin a di rojekê de ji sala 2020’an vir ve tomar kiribû.
Tengava Hormuzê, ku xaleke stratejîk a veguhestina enerjîyê ye, bi hefteyan e ji ber gefên Îranê li ser keştîvanîya navneteweyî asteng bûye.
Li alîyê din, bazarên darayî yên Amerîkayê hinek daketin û hin destkeftên mezin ên berê ji dest dan, di demekê de ku bal hîn li ser Rojhilata Navîn e piştî ku Amerîka û Îranê li ser agirbesteke du hefteyî li hev kir.
Peymanên siberojê yên S&P 500 bi rêjeya 0,3% û Nasdaq 100 bi rêjeya 0,2% kêm bûn. Dow Jones jî bi rêjeya 0,4% yan 175 xalan daket.
Agirbest niha di roja xwe ya duyem de ye û êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê berdewam dikin. Îran îdîa dike ku divê agirbest rawestandina şerê Îsraîlê û Hizbullahê li Libnanê jî li nav xwe bigire. Lê Koşka Sipî eşkere kir ku operasyonên li Libnanê ne beşek ji vê agirbestê bûn.