Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Gurkirina Girjîya li Rojhilata Navîn Kêrî Îranê Nayê


Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller îro Duşemê got ku Washingtonê bi rêkên dîplomatîk ji dewletan re gotiye ku ji Îranê bibêjin ku gurkirina girjîya li Rojhilata Navîn kêrî wê nayê.

Miller di brîfînga rojane de dîyar kir ku herêm di kêlîyeke krîtîk de ye û Wezîrê Derve Antony Blinken jibo pûçkirina girjîyê bi rêkên telefonê danûstandinan dike û got ku Washington li hember hemî îhtimalan hazir e.

Rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh hefteya borî li Tehran ya paytexta Îranê hat kuştin ku bi wê dijî Îsraîlê gefên tolhildanê hatin xwarin û vê yekê jî fikar çêkirin ku şerê li Gaza veguhere şerekî berfireh ya Rojhilata Navîn.

Îranê ser kuştina Hanîyeh, Îsraîl tawanbar kir û dîyar kir ku ewê cezayekê bide wê, lê karbidestên Îsraîlî berpirsîya kuştina wî negirtin ser xwe.

Tehran piştgirîyê dide Hamasê ku ew li Gaza dijî Îsraîlê şer dike.

Dîsa Hizbulaha Lubnanê jî piştgirîya Îranê distîne ku Îsraîlê hefteya borî fermandarê wê ya payabilind Fuad Şukr bi êrîşeke esmanî kuşt.

Karbidestê herî payabilind yê Amerîka îro Duşemê bi Serokwezîrê Qatarê Şêx Mihemed bîn Abdulrahman Al Thani û Wezîrê Derve yê Misirê Badr Abdelatty re ser girjîya li Rojhilata Navîn axifî.

‘’Yek ji xalên girîng yên van danûstandinan ew e ku em welatan teşwîq dikin ku peyaman bidin Îranê û em dixwazin ku ew bi awayekî eşkere bibêjin ku gurkirina girjîya û êrîşeke nû ya dijî Îsraîlê ne li gor berjewendîya wan e.’’

Miller eşkere nekir ku peyamên Washingtonê gihîştine Îranê yan ne û neda zanîn ku peyam gihiştibin bi çi rêkê çûne.

Wî got ku ew li bendê mane ku hin welat vê peyama bigihînin Îranê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG