Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li gel Hilbijartina Kandîdan wê Dengderên Amerîkî Tevlî Rapirsînan jî Bibin


Dengderên Amerîkî yên ku hefteya bê tevlî hilbijartinên nîvdem ên welêt dibin, wê her wiha nerîna xwe li dor 155 pîvanan bidin li 37 wîlayetan, li gor Ballotpedya ku çavkaniyeke siyasî bê alî ye li ser Internetê.

Ji wan 155 pîvanên rapirsînan, ku mijarên wek tenduristiyê, keşûhewayê û bacan vedihewîne, 68 destpêşxerî ne, anko welatî li derveyî desthilata qanûnsazên wîlayeta xwe dikarin îmzeyan kom bikin ji bo danîna pîvanên xwe di rapirsînan de.

Di dîroka Amerîka de, destpêşxeriyên raporsînan hatine bikaranînin wek riyekê ji bo welatî dengê xwe yê siyasî bigihînin.

Di van salên dawî de, ku dezgehên qanûnsazî yên Amerîka dabeş bûne, ev şêwe rê dide welatiyan ku li derveyî dezgehên qanûnsazên wîlayeta xwe kiryaran bikin.

XS
SM
MD
LG