Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Meksîk Dibêje Rêkeftina li gel Amerîka wê Mafê Koçberan Biparêze


Serokê Meksîkê Andres Manuel Lopez Obrador
Serokê Meksîkê Andres Manuel Lopez Obrador

Serokê Meksîkê Andres Manuel Lopez Obrador li bajarê sînorî Tijuana îro tevlî hezaran piştgirên xwe bû û ji wan re got ku rêkeftina nû ya koçeberiyê li gel Amerîka wê mafê koçberan biparêze û pêwendiyên dostane di navbera Meksîk û Amerîka de bihêle.

Lopez Obrador got wî bê dilê xwe, xwe amade dikir ku ew jî bacên gumrigê bide ser berhemên Amerîkî, eger gotûbêjên li Waşintonê negihiştibana rêkeftinekê.

Wî got:

“Em rêkeftina girîng a doh pîroz dikin ji ber cku ew dijwar bû, wê rewşeke ne baş bûya ku me jî bac dabana ser berhemên Amerîkî û her wiha danîna heman pîvan û bendên bazirganî.”

Li gor rêkeftinê, Meksîk erê kir ku programekê li seranserî sînorê xwe cîbicî bike ku wê Amerîka koçberan vegerîne wir da ku li benda encama doseyên xwe yên penaberiyê bimînin.

Ev programa ku bi navê Mayîna li Meksîk tên nasîn, ji meha çelle de li bajarên Tijuana, Meksîkalî û Ciudad Juarez tê cîbicîkirin.

Rêkeftin, roja Înê hate ragihandin, piştî sê roj gotûbêj li Waşintonê ku gefên serok Donald Trump ên sepandina bacên gumrigê li ser hemî berhemên Meksîkê bi rêjeya 5%, jinav birin.

XS
SM
MD
LG