Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meksîk Ji Bo Vegerandina Penaxwazan Ji Amerîkayê Hin Mercan Datîne


Wezareta derve ya welatê Meksîkê got hikûmeta wan ji Waşintonê daxwaza hin mercan kir berî ku programa vegerandina penaxwazan dîsa berdewam bike. Program di dema serokê berê Donald Trump de dest pê kiribû û li gor wê dê penaxwaz li Meksîkê li benda biryara dadgehê bin .

Programa ku bi navê Protokola Parastina Koçberan (MPP) ji aliyê Donald Trump ve hatibû danîn, dibe ku di van rojên bê de dîsa berdewam bike piştî dawerekî fedralî ferman da hikûmeta Biden ku careke din dest pê bike.

Wezareta derve ya Meksîkê di daxuyaniyekê de got:

“Hikûmeta Meksîkê ...hin xemên mirovahî li dor pîvanên penaxwaziyê yên li Amerîkayê der birrîn.”

Vê hefteyê raporteke ajansa Reutersê nîşan da ku rêveberiya serok Joe Biden û Meksîkê erê nekiribûn li dor jinûve destpêkirina programa MPP, ji ber ku pêwîste hin merc berê werin cîbicîkirin.

Ji nav wan mercan, Meksîk daxwaza bilezkirina programên vewejandinê li başûrê Meksîk û Amerîka Naverast dike, ji bo ku danûstandin bi sedemên bingehîn yên koçberiyê re bibe.

Meksîk her wiha dixwaze ku Waşinton pêwîstiyên saxlemiyê ji koçberan re dabîn bike, di nav de jî vaksînkirina li dijî COVID-19.

Jêder:

Reuters

XS
SM
MD
LG