Di daxuyanîyeke hevbeş de, Amerîka, Behreyn, Urdun, Kuweyt, Qeter, Erebistana Siûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî êrîşên rejîma Îranê bi tundî şermezar kirin û wekî pêşveçûneke metirsîdar bi nav kirin.
Nivîsa daxuyanîya hevbeş wiha ye:
Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka, Behreyn, Urdun, Kuweyt, Qeter, Erebistana Siûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî êrîşên bêserûber ên bi mûşek û dronan ên Komara Îslamî ya Îranê li ser axên serwer ên seranserî herêmê, di nav de jî Behreyn, Îraq, Erebistana Siûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, bi tundî şermezar dikin.
Van êrîşên esmanî yên nerewa axên serwer armanc girtin, sivîl xistin metirsîyê û zîyan gihandin binesazîya sivîl.
Kiryarên Komara Îslamî pêşveçûneke metirsîdar nîşan didin ku serwerîya çend dewletan binpê dikin û aramîya herêmî dixin bin gefê.
Armancgirtina sivîlan û welatên ku beşdarî êrîşê nebûne, tevgerên neberpirsîyar û têkbirina seqamgîrîyê ne."
Em di parastina welatîyên xwe, serwerî û xaka xwe de bi hev re radiwestin û mafê xwe yê parastina dijî van êrîşan piştrast dikin.
Em ji bo ewlehîya herêmî pabend dimînin û hevkarîya parastina esmanî û mûşekan a bi bandor ku rê li ber windahîyên pir mezintir ên jiyan û wêranîyê girtine, bilind dinirxînin.