Karbidestekî payebilind ê Amerîkayê îro Şemîyê got ku Serok Donald Trump dê di dema hilcivîna G7 de li Fransayê bi hejmareke rêberên Rojhilata Navîn re bicive.
Herwiha tê çaverêkirin ku Serok Trump bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re hevdîtinekê bike.
Kombûna G7 dê di navbera 15 û 17'ê Hezîranê de li bajarê Evian ê Fransayê bê lidarxistin û tê çaverêkirin ku li ser şerê Ukraynayê, alozîya Rojhilata Navîn û rewşa aborî ya cîhanî were gotûbêjkirin.
Karbidestên Amerîkayê gotiye ku Trump dê di alîyekî civîna G7 de çend hevdîtinên dualî bi rêberên Rojhilata Navîn re bike.
Çavkanîyan piştrast kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê beşdarî civîna G7 nebe.
Ev gav di demekê de tê ku hewlên dîplomatîk yên berdewam ji bo çaresekirina qeyrana Rojhilata navîn û yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de hene.
Li gor ajansa Reuters, wî karbidestê Amerîkî got ku ligel vekirna Tengava Hormuzê, Amerîka dê dest bi paqijkirina mayînan bike, û da zanîn ku dibe ku welatên G7 beşdarîyê di van hewlan de bike.
Welatên Grûpa 7 ev in: Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Japon, Îtalya û Keneda.