Li Amerîka, navendên dengdanê yên pêşîn îro Sêşemê, 3’ê Mijdarê, Demjimêr 6’ê êvarê bi dema rojhilatê welêt li piraniya heremên wîlayetên Indiana û Kentucky têne girtin. Lê encamên pêşbazîyên asta wîlayetê li van herdu wîlayet berîya girtina navendên dawî, demjimêr 7’ê êvarê, nayên ragihandin.
Piştî wê, dengdan li wîlayetên din gav bi gav diqede. Encamên van hilbijartinên nîvdem wê nîşan bidin ku ka kîjan partî piranîya Civata Nûneran û Civata Senatoran yên Kongresa Amerîka bi dest dixe.
Demjimêr 7’ê êvarê dengdan li wîlayetên Georgia, South Carolina û Virginia diqede. Demjimêr 7:30’ê jî navendên li North Carolina, Ohio û West Virginia têne girtin.
Di navbera demjimêr 8 û 9’ê êvarê de, dengdan li gelek wîlayetên din, tevî Pennsylvania, Michigan û Texas, diqede. Hemû dem li gor dema rojhilatê Amerîkayê ne.
Girtina navendan nayê wê wateyê ku dê encam yekser dîyar bibin. Li hin wîlayetan jimartin zû pêş dikeve, lê li yên din, bi taybet li cihên ku dengdana bi posteyê pêk hatîye, dikare çend rojan bidome.
Navendên dawî li heremeke Alaskayê demjimêr 1’ê sibehê roja Çarşemê tên girtin.
Encamên şeva hilbijartinê nefermî ne û piştî jimartin û pejirandina hemû dengên derbazdar dikarin bên guhertin.