Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Beşdarî Du’ayên ji bo Amerîkayê Dibe

Rededicate 250: A National Jubilee of Prayer, Praise & Thanksgiving in Washington
Rededicate 250: A National Jubilee of Prayer, Praise & Thanksgiving in Washington

Serok Donald Trump û gelek berpirsên payebilind ên hikûmeta Amerîkayê roja Yekşemê beşdarî merasîmên nimêja bibîranîna rola olê di dîrok û siberoja Amerîkayê de, dibin.

Trump li ser platforma Truth Social nivîsand: "Ez hêvî dikim ku her kes di roja nûterxankirin ya 250an de demeke xweş derbas bike."

Ev çalakî ji hêla komeke bi navê Freedom 250 ve tê organîzekirin, bi armanca ku bawerîya olî di nav Amerîkîyan de nû bike û roja Yekşemê ji bo Amerîkayê du’ayan bike.

Çend berpirsên payebilind dê axaftinan bikin, di nav wan de jî Wezîrê Derve Marco Robio, Wezîrê Cengê Pete Hegseth û Serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson.

Wezareta Derve gotara wezîr Marco Rubio belav kir ku tê de dibêje,"250 sal berê, bav û kalên me ji bo vî welatî rojî girtin û du’a kirin. Îro, Amerîkî careke din wekî yek netewe di bin sîya Xwedê de yekgirtî ne."

Tê zanîn ku 250 sal berê, di 4ê Tîrmeha 1776an de, Amerîkayê li Philadelphia serxwebûna xwe ragihand.

This item is part of
XS
SM
MD
LG