Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Korya Bakur Vegerandina Bermayên Serbazên Amerîka Gotûbêj Dikin


Wêne ji Erşîfê ye
Wêne ji Erşîfê ye

Generalên Amerîka û Korya Bakur kom bûn ji bo gotûbêjkirina vegera bermayên serbazên Amerîka yên ku tevlî şerê Korya bûbûn.

Michael Minihan, generalê Amerîkî yê li gel hêzên Amerîkî li Korya û serkirdeyê komandariya hêzên Neteweyên Yekgirtî îro Yekşemê li gel generalekî Korya Bakur li gundê sînorî Panmunjom ê herêma bêçek kom bûn, li gor çavkaniyên Korî.

Ev cara yekem e di neh salan de generalên herdû aliyan li gel hev kom dibin.

Vegera serbazên Amerîkî yek ji mijarên gotûbêjkirî bû di kombûna dîrokî ya Trump û serokê Korya Bakur Kim Jong Un de meha borî.

Hate ragihandin ku Amerîka 100 darbest şandine ji bo veguhestina bermayên serbazan.

XS
SM
MD
LG