Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Rex Tillerson, ji bo Korya Bakur Dema Xwe Vala Derbas Neke


Serok Trump û Kîm Jong Un
Serok Trump û Kîm Jong Un

Serokê Amerîka Donald Trump îro Yekşemê got wî ji mezinê dîplomatên xwe re got dema xwe vala derbas neke di hewlên guftûgokirinê de li gel serkirdeyê Korya Bakur Kîm Jong Un, ku Trump wî wek "Mêrê Rokêt" binav dike.

Trump li ser Twîtera xwe nivîsand: "Min gote Rex Tillerson, wezîrê derve yê giranbuha, tu dema vala derbas dikî di hewlên guftûgokirinê de li gel mêrê rokêt ê biçûk.

Axaftina Trump tê rojekê piştî Tillerson ragihand ku Amerîka bi awakî rasterast pêwendiyan li gel Korya Bakur dike li dor programa wê ya navokî û mûşekan lê Pyongyang çi nîşanên pejirandina diyalogê diyar nekirin.

Trump got:

"Rex, energiya xwe ragire, emê tiştê ku pêwîste bibe bikin.”

XS
SM
MD
LG