Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McMaster:Texmîna Şerekî Dijî Korya Bakur Bilindtir Dibe


Rawêjkarê ewlekariya niştimanê yê Koşka Sipî dibêje ihtîmala şerekî li gel korya bakur “roj bi roj bilindtir dibe.”

H.R.McMaster doh Şemiyê got:

"hin rê hene ji bo şareserkirina kêşeyê bê şer… lê ew çirêdeke ji ber ku ew nêzîkî(çekên navokî) dibe û gele dem nemaye.”

McMaster di axaftina xwe de nîşan bi serkirdeyê Korya Bakur Kim Jong-Un da.

Hefteya borî, Korya Bakur ragihand ku ew niha bi çekên xwe dikare bigihe axa Amerîka, piştî têstkirina mûşekeka balistî ya kişwerbir.

Medya radigihîne ku wezareta berevaniya Amerîka Pentagon danîna sîstemên berevaniyê dide berçavan li qeraxa rojava ya Amerîka, piştî gefên Korya Bakur ên vê dawiyê.

XS
SM
MD
LG