Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hişyarîyê Dide Omanê ku li Tengava Hormuzê Hevkarîyê ligel Îranê Neke

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent.
Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent.

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent roja Pêncşemê ragihand ku Amerîka dê sizayan deyîne ser Omanê eger hevkarîyê ligel Îranê di rêvebirina Tengava Hormuzê de bike.

Bessent li ser platforma X'ê got, "Hikûmeta Amerîkayê dê ti hewldanekê ji bo avakirina sîstema baca tranzîtê li Tengava Hormuzê qebûl neke."

Karbidestê Amerîkî diyar kir ku bi taybetî, "divê Oman zanibe ku Wezareta Xezîneyê dê bi tundî her alîyekî - rasterast an nerasterast - di hêsankirina baca rê li ber Tengava Hormuzê de têkildar e bike armanc û her hevkarek dê were sizadan."

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê herwiha got ku divê hemû welat hewildanên Îranê yên ji bo astengkirina tevgera azad a bazirganîyê bi tevahî red bikin. Li gor karbidestê Amerîkî, "rojên terorîzekirina herêmê û cîhanê ji alîyê Tehranê ve bidawî bûn."

Îranê roja Pêncşemê got ku ewê li dijî gefên Amerîkayê piştgirîyê bide Omanê.

Te zanîn ku Wezareta Xezîneya Amerîka roja Çarşemê ragihand ku ew sizayan datîne ser Desteya Tengava Hormuzê ya hikûmeta Îranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG