Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke Amerîkî Rêberê Hejmar 2 yê El Qayde Dike Armanc


Balafira bêy firokevan ya Amerîkî li cûrê Predator.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku di êrîşeke balafira bêy firokevan ya Amerîkî li devereka eşîretî ya Pakistanê rêberê hejmar 2 yê El Qayde bû armanc, lê belê kuştina wî rêberê hêşta nehatîye piştrast kirin.

Karbidestên Amerîkî, ku naxwazin navê wan eşkere bibe, dibêjin ku Abu Yehîya El Lîbî li êrîşa esmanî ya roja Duşemê li Hesoxel bû armanc.

Karbidestên Pakistanî dibêjin ku di wê êrîşê de herî kêm 15 kes hatin kuştin.

Wezîra Derve ya Pakistanê roja Duşemê bi tundî êrîşên esmanî yên Amerîkî şermezar kir û bi “êrîşên neqanûnî” nav bir ku serwerîya Pakistan û qanûna navneteweyî binpê dikin, li gor gotina wê.

XS
SM
MD
LG