Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence Dibêje Rojane 150,000 Têstên Korona Dibine


Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence
Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence

Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence got niha rojane 150,000 têstên vîrusa koronayê li Amerîka dibine, lê pêşniyar kir ku gazinên bilindnebûna hejmara têstan ji hakimên wîlayetan dibin ne ji hikûmeta fedralî.

Pence ji kenala NBC re got eger “wîlayetên Amerîka hemî taqîgehên xwe yên tenduristî çalak bikin, em dikarin wê hejmara heyî duqat bikin.”

Wî got li Amerîka têstên baş hene ji bo wîlayetan ku dest bi dubarevekirina abûriyên xwe bikin, wek beşek ji qonaxa seretayî ya pîvanên Koşka Spî ku vê hefteyê hatine belavkirin.

Hin hakiman ji herdu partiyan gotine ku di demekê de wan taqîgeh hene û dikarin rêjeya têskirinan zêde bikin, lê ewji ber ragirtinên fedralî nikarine.

Pence got ku serok Donald Trump dixwaze abûriya Amerîka di nêzîktirîn dem de careke din veke, eger bi awakî saxlem û parastî pêkane be.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG