Gereke nû ya danûstandinên leşkerî yên rasterast di navbera Libnan û Îsraîlê de îro Înê li Pentagonê di bin çavdêrîya Amerîkayê de pêk tê.
Rêveberê Operasyonên Artêşa Libnanê, General George Rizkallah, serokatîya şanda leşkerî ya Libnanî ya li Pentagonê dike.
Li gor medyaya Libnanî, şanda leşkerî ya Libnanî roja Pêncşemê civîneke amadekarî ligel tîma Amerîkî li Pentagonê pêk anî.
Li gor raportan, rojeva şanda Libnanî ji bo rûniştina destpêkê ya danûstandinên îro dê li ser bihêzkirina agirbestê û rawestandina kiryarên leşkerî li başûrê Libnanê bisekine. Lê belê, çavdêr dibînin ku Washington dixwaze hêza artêşa Libnanê ya ji bo hilgirtina berpirsîya kontrola sînor û mijara çekên koma Hizbullah test bike.
Hemdem, alozîyên ewlekarî li başûrê Libnanê berdewam dikin. Artêşa Îsraîlê hema bi awayekî rojane êrîşan li dijî baregehên koma Hizbullahê pêk tîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandîye ku ew dê êrîşên xwe yên li ser Hizbullahê tundtir bikin.
Civîna li Pentagonê yekem civîna leşkerî ye. Berî vê yekê, du gerên din ên siyasî di meha Nîsanê de li Wezareta Derve pêk hatin. Serok Trump jî li 24'ê Nîsanê li Koşka Sipî mêvandarîya nûnerên Îsraîl û Libnanê kir.
Biryar e gera çaremîn ên danûstandinên rasterast di navbera herdu welatan de li Wezareta Derve di 2 û 3'ê Hezîranê de pêk bê.