Breaking News

Kandîdê Komarî Romney Berdewam e li Tomarkirina Serkeftinan

Mitt Romney û hevjîna wî, Ann.
Mitt Romney û hevjîna wî, Ann.

Kandîdê serokatî Mitt Romney li hilbijartinên kandîdên Partîya Komarî li wîlayetên Arizona û Michigan piranîya dengan bidest anî.

Romney, fermandarê berê yê wîlayeta Massachusetts, bi hêsanî dengên Komarîyên Arizona qezenc kir. Lê belê li wîlayeta Michigan cîyawazîya dengan li navbera Romney û Rick Santorum kêm bû.

Roja Sêşemê, 6’ê Adarê, hilbijartinên kandîdên Partîya Komarî li 10 wîlayetan bi rêve diçin ku bi ‘Super Tuesday’ tê naskirin.

XS
SM
MD
LG