Dengder roja Sêşemê li 10 wîlayetên Amerîkî ber bi bingehên dengdanê diçin jibo hilbijartina kandîdên Partîya Komarî, di rojekê de ku bi ‘Super Tuesday’ tê naskirin.
Fermandarê berê yê Massachusetts, Mitt Romney hêvî dike ku berdewamî bi serkeftinên xwe bide û her li rêza pêşîyê bimîne. Lê belê hevrikê serekî yê wî, Rick Santorum bizavê dike piştgîrîya dengderan bidest bîne piştî ku li destpêka Sibatê li sê wîlayetan serkeftin tomar kirin.
herdu kandîdên din, Ron Paul û Newt Gingrich, bizavê dikin ku berbijarîya Partîya Komarî bidest bînin.
Kandîdê serkeftî yê Komarîyan li hilbijartina giştî ya meha 11 rû bi rûya kandîdê Demokrat, Serok Barack Obama dibe.
Wîlayetên ku roja Sêşemê dengî bo kandîdên Komarî didin ev in: Georgia, Massachusetts, Vermont, Virginia, Oklahoma, Tennessee, Ohio, Idaho, North Dakota û Alaska.