Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Leşkerîya Amerîkî Hebûna Xwe li Baregeheke Portugal Zêde Dike

Televizyona Fox News ya Amerîkayî îro Şemîyê ragihand ku firokên şer ên Amerîkayî li nav Baregeha Hêza Asmanî ya Lajes li Portugalê hatine dîtin.

Kanalê herwiha vîdyoyek weşand ku firokan nîşan dide. Ajansa nûçeyan a fermî ya Portugalê roja Înê ragihand ku liva leşkerî ya Amerîkayî li baregehê zêde bûye.

Tevgera leşkerî di demekê de tê ku alozîyên bi Îranê re berdewam dibin; û Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn xurt dike. Serok Donald Trump roja Înê egera kiryareke leşkerî ya sînordar a Amerîkî li dijî Îranê dûr nexist.

XS
SM
MD
LG