Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kampeyna 4 Serokên Berê Yên Amerîka Derbarê Vaksîna li Dij COVID-19


 (Ji Çepê) Barack Obama, George W. Bush, Bill Clinton
(Ji Çepê) Barack Obama, George W. Bush, Bill Clinton

Ji derveyî serokê berê yê Amerîka Donald Trump, 4 serokên din yên berê yên Amerîka, Barack Obama, George W. Bush, Bill Clinton û Jimmy Carter, dest bi kampeyna rewaca danîna vaksîna li dij vîrusa korona kirine, ku roja Pêncşemê di videoyekê de hatiye weşandin û destpêkirin.

Bi rêya videoyeke tomarkirî, ku di mediya civakî de û di hesabên xwe yên twîterê de weşandine, serokên Amerîka xelkî han didin ku vaksîna li dij COVID-19 werbigirin, peyama herî diyar ya serokan dibêje "Ev vaksîn tê wateya hêvîyê, ewê We û xoşewîstên we biparêze."

Serokê Amerîka Joe Biden jî weke serokên berî xwe li hember bîra giştî û li hember kamîreyan vaksîna li dij vîrusa korona danî da ku xelkê han bide vaksînê werbigrin.

Di serdema desthilata serokê berê Donald Trump de bê baweriyek li cem xelkî peyda bibû derheqî vaksînê, jiber ku di mediya civakî de nûçeyên sexte û bîrdoza komployê û nûçeyên nerast dihatin weşandin.

Di peyama herçar serokên berê de tê got ku "Em hişyar didîn ku çi demê vaksîn jibo we peydabû… Werbigrin, ew pêngava pêşîne jibo bidawîbûna pandemiyê û welatê me bixe ser rêya pêşdaçûnê..Biryar ya Wey e."

Herwiha di videoyê de xanimên Yekê yên Amerîka jî diyar dibin. Li gor lêkolîneke nû ku di Forbes de hatiye weşandin, dide diyar kirin ku ji her 4 Komariyan yek naxwaze vaksînê werbigire.

Herwiha raport hene ku hejmarên mezin yên karmendên tendirustiyê û karmendên din yên di eniya pêşiyê dane, red dikin vaksînê bistînin, jiber tirsa girêdayî vaksînan.

XS
SM
MD
LG