Di vê mehê de pêşbazîyên namzedkirinê li 50 wîlayetên Amerîka destpê dikin ku berbijarên hilbijartinên seroktîyê dîyar dikin.
Pêvajoya dengdanê, ku bi du şêwazan tên kirin; Hilbijartinên Destpêkî (Primary- Primaries) û Komcivîn (Caucus- Caucuses), nêzîkî şeş mehan berdewam dike û paşê partîyên Komarî û Demokrat kongreyên xwe yên giştî di mehên Tîrmeh û Tebaxê de birêve dibin. Di wan kongreyan de her partî bi fermî berbijarê xwe ji bo hilbijartinên giştî yên meha Mijdarê hildibijêre.
Gelek caran ew berbijar cîgir ji xwe re destnîşan dike. Li vir em hinek agahîyan derbarê vê şîstemê didin:
Hilbijartina Destpêkî (Primary) Çi Ye?
Hilbijartinên Seretayî pêvajoyên dengdanê yên li seranserê eyaletê ne ku tê de dengder berbijarê partîyekê hildibijêrin da ku paşê di hilbijartinên giştî yên seroktîyê de pêşbazîyê bike.
Yasa û rêkarên hilbijartinên seretakî, di nav de kî dikare deng bide, ji hêla wîlayet û partîyan ve têne destnîşankirin. Berevajî Komcivînan, dengdêr di Hilbijartinên Destpêkî de bi şêweyê dengdana takekesî li her dema ku bingeh di Roja Hilbijartinê de vekirî bin, deng didin berendamên xwe.
Komcivîn (Caucuse) Çi Ye?
Komcivîn, mîna hilbijartinên destpêkî, rêyek e ku endamên partîyeke sîyasî namzedên xwe jibo hilbijartinên giştî destnîşan bikin. Lê berevajî hilbijartinên destpêkî, Komcivîn pêvajoyeke kombûnên herêmî ne ku di demeke dîyarkirî de pêk tê û çend demjimêran didome.
Di Komcivînê de beşdaran delîve heye miştûmirê li ser berendamên ku dixwazin bikevin tevgera bidestxistina seroktîyê bikin. carinan jî dengdan bi pêşandana destan tê kirin. Demekê Komcivîn awayê herî navdar yê hilbijartina namzedên seroktîyê bûn, lê di salên dawî de tenê çend wîlayet û herêman ev rêbaz maye. îro Duşemê li eyaleta Iowa Komcivîna yekê ya Komarîyan destpê dike.
Çawa Hilbijartinên Destpêkî û Komcivîn berbijarên partîyan destnîşan dikin?
Dengderên Amerîkî di Hilbijartinên Destpêkî û Komcivînan de rasterast berbijarên xwe hilnabijêrin ewên ku derbasî hilbijartinên giştî dibin.
Li şûna wê, dengder delegeyan hildibijêrin, ewên ku di encamê de li Kongreyên Neteweyî yê partîyan berbijarê xwe jibo hilbijartinên seroktîye hildibijêrin.
Piştre ew kandîd (yên Komarî û Demokrat) dê di hilbijartinên giştî yên meha Mijdarê de bikevin pêşbazîya seroktîyê. Çiqasî serhejmêrîya wîlayetekê bilind be, ewqasî dê hejmara nûnerên wê di kongreya netewî ya partîyê de bêtir be.
Stratejîya kandîdan çawa ye?
Şêweyê tevlîhev û rojên dîyarkirî yên Hilbijartinên Seretayî û Komcivîn destûrê didin berendaman ku li şûna hemî bala xwe û şîyanên xwe di yek demê de bidin ser her 50 Wîlayetan, ew dikari çavê xwe danin ser çendeka ji wan.
Bi giştî, berendaman bala xwe dêxin ser Wîlayrtên li meha yek Çile dengdan lê tên kirin da ku di pêşbirkîyê de hêza bêtir bidest bêxin û her weha li ser bidestxistina Wîlayetên mezin ên xwedî hejmara bêtir ya nûneran. California, Texas, New York û Florida jimarên bilindên nûneran hene jiber jimara mezna rûniştvanşn wan.
Kîjan Wîlayet li pêşin di Hilbijartinên Seretayî û Komcivîn de?
Wîlayeta Iowa yekem Komcivîna werzê hilbijartinê rêkdêxe û New Hampshire yekem Helbijartina Seretayî birêve dibe.
Dema ku Partîya Komarî dê li van Wîlayetan dest bi pêşbirkîyên xwe yên namzedîyê dike, Partîya Demokrat hewil da ku Karolîna Başûr (South Carolina) bike qada pêşbirkîya yekem a Demokratan, bi bîyanûya ku ev Wîlayet bêtir nûnertîya demografya partîyê dike.
Di encamê de, Komîteya Neteweyî ya Demokratan Komcivîna Iowa (li şûna ku di meha Adarê de li eyaletê seretayî pêk bîne) pûçkir kir û jiberendaman xwest ku navê xwe nexin ser lîsta dengdana New Hampshire.
Sêşema Super çi ye?
Piranîya Wîlayet û herêmên Amerîka roja Sêşemê Hilbijartinên Seretayî an Komcivînên xwe encamp didin. Sêşema Super (Sêşema Taybet, Sêşema Mezin) ew roja ku herî zêde Wîlayet û herêm pêşbirkîyên namzedkirinê pêktînin.
Îsal, Sêşema Super dê di Sêşem a 5ê Adarê be. Li wê rojê 15 Wîlayet dê kandîdên xwe jibo hevrikîyê di hilbijartinên giştîyên serokatîyê de, hilbijêrin.
Çawa nûner (delegasyon) li ser berendaman tên parvekirin?
Awayê parvekirina nûneran li ser berendaman bi şêwe û yasayên her Wîlayetekê ve girêdayî ye.
Hin Wîlayetên mîna California, hemî nûnerên xwe jibo yek berendamê ku herî zêde deng bidestxistine, veqetînin. Lê, eyaletên din, mîna New Hampshire, şêwazê rêjeyî bi kar tînin û nûneran li gorî rêjeya dengên ku her berendamekî bidestxistine, dabeşdike.
Cûdahîya di navbera nûnerên 'sozdar' û 'ne sozdar' de çi ye?
Nûnerên ku di Hilbijartinên Seretayî û Komcivînan de hatine hilbijartin wekî nûnerên "sozdar-belênder" têne naskirin jiber ku tê çaverêkirin ku ew berbijarê ku dengderan hilbijartîye di kongreyê neteweyî de, pesend bikin.
Lê herdu partîyên Komarî û Demokrat jî di kongreyên xwe de nûnerên ku ji alîyê dengdêran ve nayên hilbijartin, hene. Di kongreyê Komarparîyan de nûnerên "nesozdar" hene, ku dîsan weka nûnerên "ne pabend" jî tên binavkirin, ku sê rayedarên payebilind ên partîyê ji her Wîlayetekê ne.
Demokratan rêbazek cûda heye û mafî didin bêtir nûnerên "nesozdar" bi navê "superdelegates" beşdarî kongreya neteweyî bibin. Ew ji sedan serokên partîyê û rayedarên hilbijartî pêk tên.
Hem nûnerên Komarî û hem jî Superdelegeyên Demokrat azad in ku piştgirîyê bidin her berbijarekî ew bixwazin dema di kongreyên neteweyî derkevin.
Cûdahîya Hibijartinên vekirî û girtî çi ye?
Li Wîlayetên xwedî sîstema Hilbijartinên Seretayî yên vekirî, hemî dengderên nav-tomarkirî dikarin dengê xwe bidin her berendamekî, Komarî be ya Dîmokrat be.
Wek mînak, Demokratek dikare di helbijartina vekirî ya Komarî de deng bide û Komarîyek dikare di helbijartina vekirî ya Demokratan de deng bide. Lê, dengderek nikare di herdû yan de deng bide.
Berevajî vê, li Wîlayetên xwedî sîstema hibijartinên girtî, dengderek dikare tenê deng bide berendamek ku endamê heman partîyê ye. Wek mînak, dengderek wek Demokrat navnivîskirî dikare di pêşbirka girtî ya Demokratan de deng bide, lê ne di ya Komarîyan de.
Destûra Amerîka di derbarê Hilbijartinên Seretayî de çi dibêje?
Destûra Amerîka jibo partîyên sîyasî, ku rêxistinên serbixwe ne ti merc û rênimayî dîyar ne kirine. Ew dikarin berbijarên xwe bi her awayê ku ew bixwazin - di çarova qanûnî de hilbijêrin.
Wekî din, sîstema Federal rê dide her wîlayetekê ku li ser dem û çawanîya encamdana hilbijartinên xwe kontrol bike.