Rêxistina American Kurdish Advocates (AKA) îro Çarşemê xwepêşandanek li pêş Kongresa Amerîkî lidar xist ku hejmareke berbiçav a xelkê ji gelek wîlayetên Amerîkî tevlî wê bûn.
Xwepêşanderan daxwaz ji kongrêsê kir ku piştgirîya Kurdên Sûrîyê bikin, piştî raportên li dor êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrîyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê."
Rêvebirên xwepêşandanê deqên nameyekê li beşdaran belav kirin da ku wan radestî ofîsên nûner û senatorên xwe bikin.
Nameya AKA'ê banga wê yekê dike ku,”Amerîka hevkarîya dîplomatîk û ewlehîyê bidomîne ji bo rêgirtina li êrîşên li ser Kurdan. Parastina jêrxaneyên sivîl û gihandina alîkarîyên mirovî ji bo herêmên Kurdan.”
Beşdarên xwepêşandanê di slogan û duruşmeyên xwe de bang li endamên kongresê kir ku “Piştrast bikin siyaseta derve ya Amerîkayê rê nede paqijkirina etnîkî û koçkirina bi darê zorê ji gund û bajarên wan.”