Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 11 Welatîyên Xwe ji Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Vedigerîne


Dîmeneke kampa Holê.
Dîmeneke kampa Holê.

Amerîka roja Sêşemê 11 welatîyên xwe ji bakur û rojhilatê Sûrîyê vegerandin ku di nav wan de pênc kesên sîpe (di bin 18 saliyê) de hene.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di daxuyanîyekê de got ku ji bilî van welatîyan, hikûmeta Amerîka hewiha zarokekî temean 9 salî ku ne welatîyê Amerîkî ye anîye Amerîkayê. Ew zarok birayê yek ji sîpeyên Amerîkî yên vegerandî ye.

Heta niha ev operasyona vegerandina welatîyên Amerîka ya herî mezin e ku di yek rojê de li bakur û rojhilatê Sûrîyê tê kirin, li gor daxuyanîya Blinken.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve heriwha got ku di operasyona aloz de gelek dezgeh û alîyên hikûmeta Amerîkî beşdar bûn.

Li kampên Hol û Roj yên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li bakur û rojhilatê Sûrîyê nêzîkî 30 hezar kes ji bêtirî 60 welatên biyanî hene, ku piranîya wan zarok in. Piştî ku HSDê ligel hêzên Koalisyona Navnetewî bi serkêşîya Amerîkayê rêxistina DAIŞ’ê sala 2019’an bi warî leşkerî de tune kir, rêjeya mezin ya van kesan li jêr desthilata DAIŞ’ê bûn.

Wekî beşek ji vê operayonê, Amerîka herwiha alîkarîya vegerandina şeş welatîyên Kanadî, du welatîyên Holendî û welatîyeke Finlandî kir. Ji van kesan heşt zarok bûn.

Bliken spasîya Hêzên Sûrîya Demokratîk jibo alîkarîya wan di vê operasyonê de kir.

Karbidestê Amerîkî got ku “çareserîya xurt ya bitenê jibo vê krîza mirovahî û ewlekarî li van kampên derbider û girtîgehan li bakur û rojhilatê Sûrîyê ew e ku welat êdî welatîyên xwe ji wir derxîne, wan vegerîne, û eger were xwestin li ser kiryarên şaş muhasebe bike.”

XS
SM
MD
LG