Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Yek Mîlyon Dolar Dide jibo Girtina Qaçaxçîyekê Pakistanî

Avahîya Wezareta Derve ya Amerîka.
Avahîya Wezareta Derve ya Amerîka.

Wezareta Derve ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku ew yek mîlyon dolaran dide kesên agahîyan tînin jibo girtina qaçaxçîyê mirovan yê Pakistanî Abid Elî Xan.

Wezareta Derve herwiha got ku ew yek mîlyon dolarên din jî dide jibo agahîyên ku bibin sedema pêşîgirtina darayî ya tevneya qaçaxtîyê ya Elî Xan.

Berdevkê Wezareta Derve Ned Price got ku tevneya Elî Xan li Pakistanê dixebite û kesên bê belge ji welatên Rojhilata Navîn û başûrê rojavayê Asyayê bi peran bi awayekî ne yasayî tîne Amerîkayê.

Wezaretê got, ji bilî hemahengî û plankirina derxistina van kesan, Elî Xan herwiha alîkarîya wan bi peydakirina belgeyên sexte kirîye jibo di seferê de werin bikar anîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG