Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku rêveberîya Donald Trump çend bijar hene ku rê li ber kontrolkirina Tengava Hormuzê ji alîyê Komara Îslamî ve bigirin.
Di hevpeyvînekê de bi ABC re, Rubio îro Duşemê, behsa daxuyanîyên dawî yên berpirsên Komara Îslamî kir ku gefa kontrola domdar a Tengava Hormuzê dixwin.
Wî got "Em ê rê nedin ku ev yek bibe."
Rubio di dirêjîya axaftina xwe de got ku Donald Trump çend bijar û amûr hene ku rê li ber bûyerek wiha bigirin, lê red kir ku hûrgulîyan li ser wan bijaran bide.
Marco Rubio helwesta rêveberîya Trump şîrove kir û got ku "her komeke terorîst li herêmê" bi Komara Îslamî ve girêdayî ye, ji Hemasê bigire heta Hizbullah û Hûsiyan, û anî ziman ku "her neseqamgîrîyeke li herêmê ji ber rejîma Îranê ye."
Wî got ku Tehran qet nedigihîşt vê astê eger di demên berê de gav ji bo çareserkirina pirsgirêkan avêtibana.
Ew ji gelê Amerîkî re axivî û armancên rêveberîya Trump yên şerê dijî Îranê dubare kirin, ku pêk tên ji: jinavbirina hêza esmanî û deryayî ya Îranê, jinavbirina kargehên çekan ên Îranê, û rawestandina mûşekên balîstîk ên Îranê.
Li gorî Wezîrê Derve, artêşa Amerîkî di bidestxistina van hemû armancan de pir serkeftî bûye û ji bernameyê pêşdetir e, û dê operasyon bi hefteyan bidomin, ne bi mehan.