Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kislyak Dibêje Axaftina wî ya Li gel Flynn “Pir Zelal bû“


Sergei Kislyak
Sergei Kislyak

Balyozê berê yê Rûsya Li Amerîka, Sergei Kislyak îro şemiyê got axaftina wî ya li gel rawêjkarê berê yê ewlekariya niştimanî li Koşka Sipî Michael Flynn, zelal bû û bal kişand ser hevrêziya Rûsya û Amerîka.

Kislyak, meha borî erka xwe wek balyoz li Waşinton bidawî anî, lê hîn kesayetiya sereke ye di vekolînên berdewam ên destêwerdana Mosko di hilbijartinên serokatiya Amerîka de.

Flynn, meha Şibatê ji kar hate dûrxistin piştî ku hat zanîn wî naveroka axaftina xwe ya li gel Kislyak diyar nekiriye û nerastgo bû ye li gel Mike Pence, cîgirê serokê Amerîka, li dor wê kombûnê.

Kislyak di paneleke gotûbêjkirinê de li gel Tilfizyona Rûsî got:

“Me tenê behsa tiştên herî sade kir…lê pêwendî bi temamî rast, aram, û zelal bû. Ji aliyê me ve çi nehênî nebûn.“

Wî got:

"jimarek mijar hene girîngin ji bo hevrêziyê di navbera Rûsya û Amerîka de, û di serî de terorîzm. Ew yek ji mijarên hatî gotûbêjkirin bû."

XS
SM
MD
LG