Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Wagnera Rûsî Nameyekê Ji Koşka Spî re Dişîne


Dezgeha leşkerî ya girêbestkar ya Rûsî Wagner
Dezgeha leşkerî ya girêbestkar ya Rûsî Wagner

Serokê dezgeha leşkerî ya girêbestkar ya Rûsî Wagner roja Şemiyê nameyek kurt ji Koşka Spî re şand û tê de pirsî ka kompaniya wî bi çi tawanê hatiye tawanbarkirin, piştî ku Waşintonê cezayên nû li ser grûpê sepandin.

Peyvdarê ewlekariya niştimanî ya Koşka Spî John Kirby roja Înê got Wagner, ku piştgiriya hêzên Rûsî di dagîrkirina Ukraynayê de dike, dê wek rêxistineke tawankar a navnetewî were destnîşankirin.

Di nameya îngilîzî de ku ji Kirby re hat şandin û li ser Telegramê hat belavkirin, damezrînerê Wagner Yevgeny Prigozhin got, "birêz Kirby, ji kerema xwe hûn dikarin zelal bikin ka PMC Wagner çi sûc kiriye?"

Kirby Wagner wek "rêxistineke tawankar ku hovîtî û binpêkirina mafên mirovan dike" bi nav kir.

Meha borî, Koşka Spî got ku Wagner barekî çekan ji Korya Bakur wergirtiye ji bo alîkarîya hêzên Rûsî li Ukraynayê.

Wezareta derve ya Korya Bakur got ev raport bê bingeh e û Prigozhin jî wê demê wergirtina çekan red kir û raport wekî gumanên bêbingeh bi nav kir.

Waşintonê di sala 2017an de û her wiha di Kanûnê de qedexeyên bazirganiyê li ser Wagner sepandibûn, di hewlekê de ku gihandina wê ya çekan sînordar bike.

Yekîtîya Ewrupî jî di Kanûna 2021ê de ceza li ser Wagner sepandin, ku li Sûriye, Lîbya, Komara Afrîkaya Navîn, Sûdan, Mozambîk û Malî û her wiha Ukraynayê çalak bû.

Prigozhin Wagner wekî hêzek bi tevahî serbixwe bi firoke, tank, rokêt û topên xwe bi nav dike.

Ew li Waşintonê ji bo destwerdana di hilbijartinên Amerîkayê de tê xwestin, destêwerdaneke ku wî di Mijdarê de got wî kiriye û dê berdewam bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG