Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Vekolîna Amerîka bi Rojnamevanekî Rûsî re Şermezar Dike


Rojnamevanê Rûsî Alexander Malkevich
Rojnamevanê Rûsî Alexander Malkevich

Wezareta derve ya Rûsya gazinan dike li dor vekolîna Amerîkiyan bi edîtorê malpereke Rûsî re li firokxaneyê û dibêje ew diyar dike ku desthilatdar zordariyê li rojnamevanên Rûsî dikin.

Alexander Malkevich, sernivîserê malpera USA Really, roja Înê bo çend demjimêran li firokxaneya Waşintonê hatibû girtin, pirsiyar jê hatibûn kirin û jê hatibû xwestin ku malpera wî divê wek ajanseke biyanî li Amerîka bê tomarkirin.

Malper piştgirya darayî ji sponserên kompaniya Troll Factory ya Rûsî werdigre.

Troll Factory tê tawanbarkirin bi destêwerdana di hilbijartina Amerîka ya sala 2016an de.

Li gor ajansa dewletê ya nûçeyan RIA-Novostî, Malkevich hate berdan û ew çû Parîsê.

Daxuyaniya wezaretê ya îro Yekşemê got ev yek “ belgeyeke ku desthilatdarên Amerîkî ne tenê fişarê didin ser rojnamevanên Rûsî, lê ser her nerîneke serbixwe li dor Amerîka.”

XS
SM
MD
LG