Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Welatîyên Xwe Dixwaze ku Demûdest ji Rûsya Derkevin


Amerîka îro Duşemê bang li welatîyên xwe kir ku demûdest ji Rûsya derkevin.

Li gor ragihandina Amerîka, Rûsya jiber şerê li Ukrayna dikare bi awayekî keyfî welatîyan bigire û qanûnan biçewisîne.

Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowê dîyar kir ku Amerîkîyên li Rûsya dimînin yan jî yên ber bi wir rêwîtîyê dikin divê demûdest wir biterikînin.

Wê balyozxaneyê bal kişand ser girtinên neheq û ji welatîyên xwe xwest ku neçin Rûsya.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku Rûsya welatîyên wan bi tawanên sexte digire û helwesta dadperwer û zelal red dike.

Servîsa Ewlekarîya Federal (FSB) di meha Çile de ragihandibû ku Rûsya dijî welatîyekî Amerîka bi tohmeta sîxurîyê doz vekiriye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG