Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Balyoza Amerîka ya li Rûsya Lynne Tracy îro Duşemê serdana rojnamevanê girtî yê Wall Street Jorunalê Evan Gershkovich kiriye.
Gershckovich di Adarê de bi tawana sîxurîyê hat girtin ku ew wê tawanbarkirinê red dike.
Tracy ji girtina Gershckovich vir ve, ev 3 car in diçe serdana wî.
Li gor berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, Tracy dîyar kiriye, ku Gershckovich saxlem e û li ser xwe ye.
Wî berdevkî got ku Washington dixwaze Moskow rê bide pirtir hevdîtinan.
Amerîka dixwaze ku Evan Gershkovich demûdest were berdan.
Rûsya dîyar kiribû ku Gershkovich li Yekaterinburgê dema hewil didayê sirên leşkerî bi dest bixe hatiye girtin, lê ti delîl nîşan nedabû.
Wall Street Journal jî van îdiayan red dike.
Rûsya di demên borî de bi Amerîka re ser guherîna girtîyên payabilind li hev kiribû.
Herî dawî stêrka basketbolê Brittney Griner ya jiber îdîaya madên hişberiyê li Rûsya ketibû girtîgehê û Viktor Bout yê qaçaxçîyê çekan yê li Amerîka di hepsê de hatibûn guhertin.
Moskow dibêje ku heta derbarê doza Gershkovich biryar tê dayîn ewê ti lihev guhertina girtîyan neke.
Heta niha jî li ser rûniştina doza Gershkovich ti dem nehatiye dîyar kirin.
Peywendîyên Amerîka û Rûsya ji destpêka şerê Moskow û Kîevê vir ve di asta herî nizm de ye ji 60 salan vir ve.
Jêder: Reuters