Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew sizayan datîne ser toreke Îranî ku sextekarî li dijî kompanîyên Amerîkî dikir.
Berdevkê Wezareta Derve Tommy Pigott roja Înê got ku wê torê hewl dida ku teknolojîya hestiyar bi rîya van kiryaran wergire da ku wê bide artêşa rejîma Îranê.
"Ev siza beşek in ji Hêrsa Aborî ya berfirehtir, û wan kes û sazîyan dikin armanc ewên ku li şûna Wezareta Berevanî û Logîstîkên Hêzên Çekdar a îranê dixebitin da ku bi sextekarî kelûpelên qedexe ji kompanîyên Amerîkî werbigirin," Pigott di daxuyanîyekê de got.
Wezareta Derve got ku ev tor, bi serkêşîya Elî Majd Sepehr, sextekarî li hember bi dehan kompanîyên teknolojî yên Amerîkî kirye û bi milyonan dolar ji wan standine. Wezaretê got ku vê torê xwe wekî kompanîyeke Amerîkî ya rewa nîşan dida.
Sepehr û hevkarên wî hewl dida ku alavên pêşketî bidest bixin ji bo kerta berevanî ya Îranî, di nav de tiştên wekî amûrên ewlekarî.
Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku di nav plana vê tora Îranê de çêkirina malperên sexte ku wekî kompanîyên Amerîkî yên rasteqîn dihatin nîşandan, bikaranîna navbeynkaran li Dubey ji bo wergirtina kelûpelan, û paşê şandina wê teknolojîyê bo Îranê bi awayekî qaçaxî û binpêkirina sizayên Amerîkî.