Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê got ku dibe ku Îran berpirsyara êrîşa li dijî Erebistana Siûdîyê be ku bû sedema daxistina borîyên Rojhilat-Rojava yên petrolê.
Dema ku rojnamevanan di serdana wî ya Dublinê de ji Trump pirsî gelo Îran berpirsyara êrîşa li ser wê borîya petrolê ya girîng e, wî got: “Ez wisa hizir dikim dibe ku ew bin.”
Borîyên Rojhilat-Rojava yek ji rêyên sereke yên ji bo hinardekirina petrola xav ya Siûdîyê ne ku di Tengava Hormuzê re derbas nabin.
Serokê Amerîkayê herwiha got ku wî bi şahzadeyê Siûdîyê Mihemed bin Selman re li ser êrîşan axivîye û ew wekî “dostekî baş” binav kir.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî Înê bi şev di daxuyanîyekê de got ku borîyên stratejîk yên Rojhilat-Rojava li parêzgehên Riyad û Medîneyê bi çend dronan hatine armanckirin. Di encamê de birîndar û ziyanên madî çêbûn.
Erebistana Siûdî got ku ew dron ji axa Îranê hatine avêtin. lê Riyadê ragihand ku ewê li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ti bersiveke leşkerî nede da ku derfet bo Bexdayê payda bibe da ku pêngavên pêwîst ji bo pêşîgirtîna li êrîşan bigire.